21 February 2026 - 09:20
“Analîstê Filistînî: Plana Aşîtî ya Xezayê ji bo Rizgarkirina Îsraîl û Şikandina Berxwedanê ye / Trump Qatille ye, Ne Qehremanê Aştîyê

Salih Abu Azze diyar dike ku plana aştî ya Xezayê, plana ku ji bo rêveberiya şerê li Xezayê hate çêkirin, li ser vê pîndariya ku tiştekî ku Îsraîl nekare bi rêya operasyona leşkerî û qetlê ji derveyî bide, dikare bi rêvebirina vê plana gotinî aştî çêbikê.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê(s.x)-ABNA- Piştî hevdîtina berê ya “Binyamin Netanyahu”, serokwezîrê rejîma Siyonîst û “Donald Trump”, serokê Amerîka, Qesra Spî plana serokê Amerîka ji bo dawîanîna şerê li Xezzeyê aşkere kir. Îddîaya vê planê ew e ku li Xezzeyê aramî bê danîn û şer bê rawestandin, lê her ku dem derbas dibe, astengiyên Îsraîlê zêdetir dibin û niyeta reş a li pişt vê planê, bi taybetî di heman demê de ku êrîşên vê rejîmê li dijî Şerîda Rojava zêde dibin, xweştir xuya dike.
Salih Ebû Ezze, nivîskar û analîstê Filistînî di hevpeyvînekê de ligel Abna, plana aştî ya Trump weke planeke ku ji bo rizgarkirina rejîma Siyonîst hatiye pêşkêş kirin, destnîşan kir.
Peywandîyên Rejîma Siyonîst bi Hîleya Aştî li Xezzeyê Têne Cîbicîkirin
Ebû Ezze got: “Ev plan, plana rêvebirina nakokiyê li Xezzeyê ye û li ser vê pîndariya ku Îsraîl bi rêya operasyona leşkerî û qetlê nikaribû bi dest bixe, bi vê plana bi navê aştî dikare bi dest bixe.”
Nivîskarê Filistînî diyar kir ku ev plan ji bo misoger kirina ewlehî û piştgiriya herî zêde ji Îsraîlê re hatiye çêkirin, lêbelê tenê hindikek sûdê ji Filistîniyan re tîne. “Lê tevî vê yekê, Xezzeyê ev plan bi bingeha dawîanîna şer, derketina hêzên dagirker, rakirina dorpêçê, destpêkirina nûavakirinê, damezrandina komîteyeke Filistînî ji bo rêvebirina Xezzeyê û naskirina çekan weke mijarek navxweyî ya Filistînî qebûl kir. Lê heta niha, Îsraîl li gorî bendên wê tevnagere û balê dikişîne ser cîbicîkirina tiştên ku berxwedanê ji destpêka vê planê ve red kirine.”
Planek bi Gumanên Girîng û Bingehîn
Wî zêde kir: “Dema ev plan di meha cotmehê de hat ragihandin, berxwedanê bi giştî qebûl kir, lê li ser hin bendên wê guman hebûn û wan weke mijareke navxweyî ya Filistînî didîtin. Yek ji van bendan ew bû ku kî dê Xezzeyê birêve bibe.”
Analîstê Filistînî got: “Berxwedanê ji navbeynkaran re ragihand ku rêveberî divê tenê di destê Filistîniyan de be û Hamas amade ye ku kontrola Xezayê radest bike bi şertê ku rêveberiyek an komîteyeke neteweyî ya Filistînî rêveberiyê werbigire. Lêbelê, ev plan diyar dikir ku divê ev komîteya Filistînî aide Encûmena Aştî ya bi serokatiya Trump be û bi rastî jî Xezzeyê bixe bin kontrola rasterast a Amerîka.”
Wî berdewam kir: “Nokta duyemîn a nakokiyê ya berxwedanê mijara çekan bû. Wan red kir ku çekên xwe radest bikin û ji navbeynkaran re gotin ku ev çek ji bo parastina gelê Filistîn ji dijminê Îsraîlî ne û her nîqaşek li ser wan divê bi gelê Filistîn re sînordar be. Lê belê, ev plan ji bo bêçekkirina wan a tam digere, daxwazek ku hem Hamas û hem jî Cîhada Îslamî red kirin.”
Tevlîhevî ye Ku Qatîleke Weke Mirovê Aştîyê Tê Nîşandan
Ebû Ezze tekez kir: “Rejîma Îsraîlê rejîmek terorîst û tawankare, rejîmek ku li dijî gelê Filistîn li Xezzeyê sûc, komkujî û qetl kirine. Ev rejîm heta îro jî berdewam dike li kuştin, birîndarkirin, girtin, hilweşandina malan û bombebarankirina sivîlan. Ev tevlîheviyek e ku qatîleke weke mêrê aştîyê bê nîşandan û tevlîheviyek e ku piştgireke terorê weke qehremanê aştîyê bê nîşandan.”
Analîstê Filistînî herwiha got: “Îsraîl plana aştî ya Trump tenê weke amûrek ji bo hilweşandina berxwedanê û bêçekkirina Xezzeyê dibîne û ev yek bûye sedem ku Îsraîl vê planê qebûl bike.”
Wî tekez kir: “Şerê Îsraîlê ku zêdetirî du salan dewam kir, nikarîbû bi awayekî berbiçav di tunekirina çekên berxwedanê de biserkeve û niha bawer dike ku ev plan ku ji aliyê Amerîka ve tê piştgirî kirin dikare beşek girîng ji armanca xwe ya bêçekkirina Xezayê pêk bîne.”
Ebû Ezze got: “Netanyahu her pêşketinek di derbarê rêveberiya Xezzeyê, agirbestê, şandina alîkariyan û nûavakirinê de heta ku di bêçekkirinê de biser nekeve, asteng dike, şartek ku berxwedan û gelê Filistîn red dikin.”
Rejîma Siyonîst; Li Jora Hemû Qanûnan û Peymanan
Analîstê Filistînî derbarê êrîşên dawî yên rejîma Siyonîst li ser Şerîda Rojava got: “Rejîma Îsraîlê bawer dike ku hemû axa Filistînê ya wan e û wê dem were ku hemû Filistîniyan ji tevahiya axa Filistînê derxînin û bihêlin Îsraîliyan ew dagir bikin. Ji ber vê yekê, tawana vê rejîmê li hemû qadên Filistînî weke Quds, Şerîda Rojava, Xezze, axa dagirkirî ya di hundirê Îsraîlê de û girtîgehan didome.”
Ebû Ezze tekez kir: “Êrîşên Îsraîlê li ser Şerîda Rojava, hewldanek ji bo çareserkirina nakokiyê bi riya dagirkirina dawî û gav bi gav a axên Şerîda Rojava ye. Dema ku ev mijar bi qanûnên navneteweyî re ku Şerîda Rojava weke axa damezrandina dewleteke Filistînî nas dike, nakok e. Lê belê, Îsraîl hemû van qanûnan paşguh dike, ji ber ku xwe ji wan û hemû peymanan bilindtir dibîne.”
………………..
Dawiya Peyamê
Etîket
Rejîma Siyonîst
Îsraîl
Filistîn
Xezze
Binyamin Netanyahu
Amerîka
Terorîzm
Donald Trump
Hamas
Salih Ebû Ezze

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha